Di sala 1965'an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkariya biwêjên Kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Zeraq, di navbera salên 2008 û 2010an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de, nivîsên bi naverokên wêje û çandê nivîsîn. Nivîskar du sal (2004-2006) redaktorî û edîtoriya kovara çandî, hunerî û wêjeyî a Kovara W’yê kirin. Zeraq,  berhemên wêjeyî ên bi Tirkî werdigerîne Kurdî.

Berhemên wî:

Kakil, Çîrok, Çapa yekem: Weşanên Sî, 2002, Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bişirîna Şermînî, Çîrok, Çapa yekem: Weşanên Aram, 2003,  Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, (Seyîneya Winda, 1): Roman,  Çapa yekem: Weşanên Lîs, 2005, Diyarbekir, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Çilkên Pênûsê, Çîrok, Weşanên Lîs, 2009, Diyarbekir

Mirina Bêsî (Seyîneya Winda, 2): Roman, Weşanên Lîs, 2011,  Diyarbekir

Nexşên Li Giyan (Seyîneya Winda, 3): Roman, Weşanên Lîs,  2014, Diyarbekir

Rajena Kurdî (Nivîsarên Libarey Ziman û Wêjeyê), Rexne û Analîz. Weşanên Lîs, 2014, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Deyimler Sözlüğü) (Türkçe-Kürtçe):  Ferheng, Çapa yekem: Weşanên Enstituya Kurdî a Stenbolê,

2005, Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2015, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Tirkî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016,  Diyarbekir)

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Kurdî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir)

Ferhenga Têrmên Matematîkê, (Kürtçe Matematik Terimleri Sözlüğü)- Dilawer Zeraq- Mem Wenda: Ferheng (Weşanên Lîs,

2015, Diyarbekir)

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên) Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bêhna Dara Sincê, Roman, Weşanên Lîs, 2018, Diyarbekir

Wergerên wî ên ji Tirkî:

Ejdehayê Sêserî, Leyla Erbil: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs,  2007, Diyarbekir

Jiyana Li Madridê, Oya Baydar: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Gelaciyên Bajarê Nû, Müge İplikçi: Bijareya çîrokan,  Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir, Jaklin Çelik: Bijareya çîrokan,  Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Şahiya Hêrsê, Jaklin Çelik: Roman, Weşanên Lîs, 2012, Diyarbekir

Bêsîber, H. Ali Toptaş: Roman Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir 

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.

Dilaver Zeraq - Yazarın kitapları

 - 
0
Kapat